Li Girê Spî malbateke rastî êrîşeke çekdarî hat kirin

Li Girê Spî dema malbatekê xwest ku vegere li ser mal, milk û zeviyên xwe li hember êrîşeke çekdarî rû bi rû ma û peyvên nexweş li wan hatin kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da diyarkirin dema ku  malbatekê xwest ku  vegere li ser erd û mala xwe ya li gundê Bîr Temeh ê girêdayî  Girê Spî rastî êrîşeke çekdarî hat û ew ji zeviyên wan derxistin û gefên qetilkirinê li wan kirin.

Li gorî SOHR’ê, dema malbat gihîşt nava erdê xwe dît ku komeke çekdar erdê wan birine û ji xwe re çandine. Lê dema ku endamên wê malbatê daxwaza vegerandina erdê xwe kirin çekdaran êrîşî wan kirin.

SOHR’ê eşkere kir ku çekdaran li endamên malbatê da û ew birîndar kirin, gotinên nebaş û nexweş jî  ji wan re kirin.

Her wiha SOHR’ê da zanîn ku çekdaran malbat bi gefa çekê û qetilkirinê ji herêmê qewitand û qedexe kir ku careke din nêzî mal û milkên xwe bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye