Li Îraqê cihekî şûnwarî hat dîtin

Li Îraqê û bi taybet li navçeya Qasimê cihekî şûnwarî ku tê texmînkirin ji serdema Ebasiyan ve ye, hate dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Babil a Îraqê ragihand ku li navçeya Qasimê cihekî şûnwarî hate dîtin, ku tê texmînkirin ji serdema Ebasiyan ve ye ku berî hezar û 200 salî ve ye.

Di daxuyaniya nivîsgehê de hate gotin, parêzgar serdana cih kir da ku şûnwarên wê û girîngiya wê ya dîrokî bişopîne, di heman demê de rêbazên parastina wê lêkolîn bike.

Li gorî daxuyaniyê, ev vedîtin dikare bibe derfetek ji bo xurtkirina tûrîzmê û nîşandana deverên dîrokî yên parêzgehê.

Her wiha derfetên pêşxistina vî cihî di aliyê geştiyarî de li gorî qanûnên heyî yên şûnwaran hat kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye