Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi daxuyaniyekê raguihand ku piştî 9 mehan ji xebatên çeksazkirinê, Stasyona Elok di asta ceribandinê de dest bi berdana avê kir.
Wezaretê got ku ceribandina berdana ava Elok piştî temamkirina xebatên çeksazkirinê ji bo vegerandina tevahiya sentralê bo xizmetê.
Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Veguhêz bang li hemû welatiyan kir ku milkên giştî û tesîsên avê biparêzin û got:
" Parastina tesîsên avê parastina xizmeta gihîştina ava vexwarinê ya paqij ji bo hemî welatiyan misoger dike."