Li gorî çavkaniyên xwecih, di êrîşên hewayî û guelbarana hêzên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.
Wezareta Hundir a Xezayê ragihand ku berpirsekî Polîsên Deryayî yên parêzgeha Refehê bi navê Ebdulcewad Hatim Cûda (37) di êrîşa Îsraîlê ya li ser nuqteya polîsan a li herêma Newasî ya rojavayê bajêr de hat kuştin û hin kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li devera Dêr Belehê ya naverasta Xezayê di êrîşa dronên Îsraîlê ya li ser kombûneke sivîlan de kesek hat kuştin. Di di êrişên li rojhilatê Xezayê 2 kes hatin kuştin.
Çavkaniyek bijîşkî ragihand ku di gulebarankirina malên sivîlên li rojhilatê Dêr Belehê de zarokeke keçîn a 3 salî birîndar bû.