Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu cara yekem kuomkujiya ku ji hêla dewleta Osmanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li dijî Ermeniyan pêk hatiye, nas kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameyê ragihand ku pêşkêşvanê Podcastê bal kişand ser komkujiya Holokostê ya ku ji hêla piraniya dewletên cîhanê ve hatiye naskirin û kêmasiya nenaskirina qirkirina Ermenî, Asûrî û Yewnaniyan û ji Netanyahu pirsî.

Netanyahu wiha bersiv da: "Ji hemû welatan bêhtir ku diviyabû komkujiya dijî Ermenî Asûrî û Yewnaniyan nas bikira, Îsraîl bû.

Îsraîlê dereng ma heta ku vê komkujiyê ragihîne ji ber ku Dezgeha qanûndanînê ya Dewleta Îsraîlê Knessetê ev biryar dabû."

Di navbera salên 1915 û 1916`an de gelê Eremenî ji hêla dewleta Osmanî ve rastî komkujiyê hat, di encamê de 1.5 mîlyon Ermenî hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24