Trump: Heger rêjîma Îranê xwepêşanderan gulebaran bike, em ê bersivê bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa xwepêşandanên li Îranê kir û ragihand ku eger rejîma Îranê xwepêşanderên aştiyane gulebaran bike û bi tundî wan bikuje, Amerîka wê ji bo rizgarkirina wan tevbigere.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro 6 roj in gelê Îranê li dijî hikûmetê li qada ne.

Di derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Social peyamek belav kir û ev peyam da

"Kuştina bi tundî ya xwepêşanderan "pratîka standard" a hikûmeta Îranê ye û Washington wê di rewşên wiha de bersiv bide.

Amerîka di hişyariya tevahî de ye û amade ye ku tedbîran bigire."

Aboriya Îranê di nav tevliheviyê de ye û gel ne kêfxweş e.

Her cara ku kombûnek çêdibe, ew guleyan li mirovan dixin û wan dikujin."

Hrana: Heta niha di xwepêşandanan de 8 kes hatine kuştin

Malpera mafên mirovan a HRANA'yê, ragihihand ku di van xwepêşandanan de kesên bi navê Emîr Husam Xudayarîferd, Daryoş Ensarî Bextiyarond, Ehmed Celîl, Secad Walamenş Zîlayî, Şayan Asedîlahî, Wehab Qaidî, Mustefa û Xudadad Şîrwanî Munferid hatine kuştin.

Xwepêşandanên li seranserê Îranê di 28'ê kanûnê de, piştî ku zêdebûnek berbiçav di bihayê dolar û zêr de li bazara Tehranê hat ragihandin, dest pê kirin.

Her wiha ev xwepêşandan hêdî hêdî li bajarên cuda yên Îranê belav bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye