MSD: Êrîşên li ser sembolan deriyê fitneyan vedike

MSD`ê, diyar kir ku ala Sûriyê semboleke neteweyî ya yekgirtî ye, sembolên Kurdî beşeke yekgirtî ya nasnameya neteweyî ya cihêreng a Sûriyê ne. PYD`ê jî got ku rakirina ala Sûriyê li Kobanê kiryarek takekesî ye nayê qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û PYD`ê têkildarî bûyerên daxistina ala sûriyê û êrîşên li dijî sembolên Kurdî daxuyanî dan.

 

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) diyar kir ku ew pêşdeçûnên dawî yên li Kobanê çêbûne, dûre bertekên li gundewarê bakurê Helebê, Efrîn, Ezaz heta bi Hesekê û Qamişloyê rûdane bi fikareke mezin dişopîne û wiha got:

 

"Ala Sûriyê semboleke neteweyî ya yekgirtî ye, rêzgirtina wê berê di daxuyaniyên fermî de hatiye piştrastkirin, ji ber ku ew îfadeya serweriya neteweyî ya Sûriyê ye.

 

Sembolên Kurdî beşek yekgirtî ya nasnameya neteweyî ya cihêreng a Sûriyê ne

 

Her êrîşek li ser van sembolan deriyê fitneyê vedike û xizmetê ji bo aliyên ku ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ne dike.

 

MSD`ê got ku divê her binpêkirin, kiryarên tehrîkkirinê gorî qanûnê werin rûbirûkirin û divê sûcdarên wan werin darizandin û wiha lê zêde kir:

 

"Em bang li hemû hêz û aktorên civakî dikin ku asta herî bilind a berpirsiyariya neteweyî nîşan bidin û ji bo aramkirina rewşê û pêşîgirtina li her gurbûna ku aramiyê tehdît dike bixebitin."

 

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê jî  têkildarî bûyerên li bajarên Heleb û Kobanê çêbûne daxuyaniyek nivîskî parve kir.

 

 

PYD: Em êrîşên li ser gelê xwe şermezar dikin

 

 

PYD`ê di daxuyaniya xwe de got:

 

“Rakirina ala Sûriyê li Kobanê cihê şermezariyê ye, kiryareke takekesî ye, nayê qebûlkirin ku îradeya gelê herêmê temsîl nake.

 

Ji ber ku Rêveberiya Xweser ev al piştî hilweşîna rejîmê pejirandiye.

 

Di heman demê de, em êrîş û kiryarên ku gelê me yê Kurd li Helebê hedef digirin bi tundî şermezar dikin.

 

Em li dijî hewldanên bikaranîna van bûyeran ji bo gurkirina pevçûn û çandina nefretê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de hişyar dikin. "

 

PYD`ê, di dawiyê de  tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina çanda diyalog û têgihîştinê di navbera hemû civakên Sûriyê de red kir.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye