Maça di navbera Everton û Chelsea de, li stadyoma Hill Dickinson hate lîstin bi beşdarbûna 52,547 kesî maç hate temaşekirin.
Everton sezona xwe ya berbiçav bi serkeftina 3-0 li hember Chelsea roja Şemiyê di maçek ku beşek ji gera 31'emîn a Premier Lîg a îngilîzî bû, serkeftî qedand.
Maç şahidî kelecaneke mezin kir, lê tenê golek di nîvê yekem de hat avêtin, ew jî ji hêla lîstikvanê taxima Evertonê Norberto Beto di xuleka 33'an de hat avêtin.
Di xuleka 66'an de dîsa Beto vegerya Qadê û gola duyemîn ji bo xwe û ya 2'emîn ji bo taxima xwe tomar kir.
Di xuleka 76'emîn de hevkarê wî Elieman Ndiaye gola 3'emîn avêt û serdestiya tîma xwe piştrast kir.
Everton, hejmara puanên xwe gihand 46'an, tenê du puan li paş Chelsea ku di rêza 6'emîn de ye.
Bi vî awayî hêviyên xwe yên ji bo kalîfîyebûna di pêşbirkên Ewropî de zêde kir.
Ji bilî vê maçê 3 maçên din hatin lîstin ew jî wiha ne:
Encamên 3 maçên ku duh hatin lîstin, wiha ne:
Brighton - Liverpool : 2 - 1
Fulham - Burnley : 3 - 1
Leeds - Brentford : 0 - 0
Maça Manchester City û Crystal Palace ya ku hatibû taloqkirin, wê îro di saet 18'an de were lîstin.