Wezîrê Navxwe yê Îraqê Ebdulemîr El Şemerî diyar kir ku ti vekişîneke Heşdî Şebî ji sînorê bi Sûriyê re çênebûye.
Di daxuyaniyên çapemeniyê de, El Şemerî da zanîn ku hêzên welehiyê bi hemû teşkîlatên xwe sînorê Îraq-Sûriyê kontrol dikin û amade ne seranserî sînor biparêzin.
El Şemerî, vekişîna hêzên Heşdî Şebî ji sînorê bi Sûriyê re red kir û diyar kir ku bicihkirina hêzên ewlehiyê li gorî planên diyarkirî berdewam dike.