Li Îranê xwepêşandan berdewam in

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên berfireh li seranserî welêt di roja xwe ya sêyemîn de berdewam in. Ev xwepêşandan li dijî zêdebûna nirxê dolar hatin li darxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di roja sêyemîn a xwepêşandanên gel de, grev li bajar û bazarên cûrbecûr ên li seranserê Îranê belav bûn.

Xwediyên bazarên li deverên Şûş û Mewlewî li başûrê Tehranê û Benî Haşim li rojhilatê Tehranê jî tevlî grevê bûn.

Her wiha komek ji xelkê Kirmaşanê bi dirûşmeyên wekî "Em 150 Tûman ji bo dolar naxwazin, em naxwazin" û "Mirin ji bo enflasyonê" li dijî zêdebûna nirxê dolar li Îranê, xwepêşandan kirin.

Rayedarên hikûmetê fermana girtina hin sazî û bazaran ragihand

Hevdem li gel roja sêyemîn a xwepêşandanên bazar û debara jiyanê, rayedarên rejîma Îranê hêzên ewlehiyê li navendên Tehran û bajarên din bi cih kirin.

Rayedarên parêzgehên Tehran, Qum, Hemedan, Elburz û Xorasana Rezewî roja Çarşemê girtina navend û saziyên hikûmet û giştî ragihandin.

Ev yek di demekê de tê ku xwepêşandanên li bazara Tehranê û parêzgehên din ên ku ji roja yekşemê dest pê kiribûn, zêde bûne.

Di roja duyemîn de li Tehran û Melardê xwepêşandan hatin lidarxistin

Şeva borî, di roja duyemîn a van xwepêşandanan de, li Melard û Tehranê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Polîsan hewl dan ku bi avêtina gaza rondikrêj xwepêşanderan belav bikin.

Ev xwepêşandan duh bi bazirgan û bazarvanan dest pê kirin ku li dijî nirxê diravê Îranê, nerazîbûn nîşan dan.

Her wiha dengê çekan jî bi berdewamî hat bihîstin.

Li Melardê, polîsên li ser motorsîkletan piştî ku mirov ber bi wan ve bazdan, paşve gav avêtin.

Bi berfirehbûna xwepêşandanên li dijî zêdebûna bihayê dolar li Îranê, ku di 28'ê kanûnê de dest pê kirin.

Duh li Qeşm û Hemedanê xwepêşandanên berfireh pêk hatin.

Amerîka: Em piştgiriyê didin xwepêşandanên li Îranê

Ev demeke li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel ji ber polîtîkaya dewleta Îranê li qadan e.

Wezareta Derve ya Amrîkayê û kesayetên siyasetmedar ên Amarîkayê der barê xwepêşandanên li Îranê de daxuyanî belav kirin.

Wezaretê li ser malpera xwe ya X`ê ragihand ku daketina peryên Îranê û xirabûna rewşa aborîyê bû sedema xwepêşandan û ev nirxandin kir:

Amerîka: Tevî tundûtûjiya hêzên Îranê jî wê gel bêdeng nebe

"Tevî tundûtûjî û hebûna giran a hêzên ewlehiyê jî, lê Îraniyên wêrek dengê xwe bilind dikin û xwepêşandanên mezin li dar dixin.

Divê Komara Îslamî rêz li mafên bingehîn ên gelê Îranê bigire û bersiva daxwazên wan ên rewa bide, ne ku wan bêdeng bike.

Em wekî Wezareta Derve ya Amrîkayê dibêjin ku DYA’yê piştgirî dide hewldanên gelê Îranê ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin"

Her wiha Wezaretê eşeker kir ku li bajarên Îranê yên weke Hemedan, Meşhed, Îsfehan, Zencan û Malardê xwepêşandan berfireh û belav bûne  û wiha berdewam kir:

“Ev beşdarbûn nîşan dide ku gelên Îranê ji pirsgirêkên ku ji ber polîtîkayên têkçûyî û rêveberiya aborî ya Komara Îslamî çêbûne, bêzar bûne.

Rayedarên Komara Îslamî di xwepêşandanên dawî de hewl didin ku gihîştina mirovan bi înterneta cîhanî asteng bikin û agahdariyê bitepisînin, lê tevlî vê yekê jî gelên Îranê li ber xwe didin û nastirsin"

Her wiha berpirs û Nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, piştgirya xwe ya ji bo gelê Îranê nîşan dan.

Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz (Mayîk waltiz) di daxuyaniyekê de got ku gelê Îranê azadiyê dixwaze û wiha axivî:

"Gelê Îranê bi salane ji destê Ayetullah êşê dikişîne.

Em li kêleka gelê ku li kolanên welêt li dijî rejîmeke tundrew dengê xwe bilind dikin disekinin".

Senator Roger Wicker, Komarîyekî ji Mississippiyê, di daxuyaniyekê de got ku Îranî îro li hember wêrankirina aborîyê ya ku ji ber serokatiya piştgirîya terorê, Îranê çêdibe derdikevin kolanan û wiha bilêv kir:

"Ez piştgiriyê didim rêbertiya ku berjewendiyên gelê Îranê dixe pêşiyê.

Ne yê ku berjewendiyên terorîstên îslamî derdixe pêş.

Divê Îranî ji zordestiya ku civaka wan a berê geşbûyî, wêran kiriye, azad bibin".

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye