Li 4 Parêzgehan dibistan û zanîngeh hatin boykotkirin

Malbet û Çalakvanên parêzgehên Laziqiya, Tartûs, Hums û Hemayê çûyîna dibistan û zanîngehan boykot kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakvanan ji bo dikan bi temamî werin girtin,  tu kes zarokên xwe neşînin dibistan û zanîngehan bang kirin.

 

Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan da zanîn ku Boykot li dijî bûyerên kuştin, revandin, astengkirin, zehmetiyên jiyanî û bê ewlehiyê, pêk hat.

 

Navenda Çavdêriyê, eşkere kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi rêya komên girêdayî xwe, gef li malbatan xwar ku divê zarokên xwe bişînin dibistanan.

 

Navedê destnîşan kir ku bûyerên kuştin û talankirinê li herêmên di bin kontrolkirina Hikûmeta Veguhêz de, zêde bûye, ev yek metirsiyekê di nav gel de çêdike û lawazbûna Hikûmetê nîşan dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye