Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzani di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Tirkiyê de, li Koşka Serokkomariyê bi Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de têkiliyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya herêmê û gelek mijarên girîng ên hevbeş wê werin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzani herî dawî li 4'emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) ku di 11-13' ê Nîsanê de hat lidarxistin, bi Erdogan re civiyabû.