Li Nîjeryayê di encama qulibîna keştiyekê de 10 kes xeniqîn

Li Nîjeryayê di encama qulibîna keştiyeke rêwiyan de 10 kes xeniqîne û di êrişeke çekdarî de 3 polîs hatine kuştin û 7 polîs jî hatine revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Polîsê Eyaleta Sokotoyê Ehmed Rûfaî di daxuyaniyekê de diyar kir ku li Sokotoyê keştiyeke ku rêwî û barê zêde tê de bûn qulibî û di encamê de 10 kes mirine. Di nava qurbaniyan de  zarok jî  hene.

Rûfaî da xuyakirin  ku di qezayê de gelek kes winda bûne û xebatên rizgarkirinê  li herêmê dewa dikin.

 

Li Eyaleta Benueyê di êrişek çekdarî de 3 polîs hatin kuştin

 

Her wiha li Eyaleta Benueyê êrişeke çekdarî pêk hat. 

Berpirsê Pêwendiyên Gêl ê Polîsan Benjamin Hundeyin bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li eyaleta Benueyê ya Nîjeryayê kesên çekdar  li ser polîsan êrişek pêk anîn û  3 polîs hatin kuştin û 7 polîs jî hatin revandin.

Hundeyin ragihand ku sedema  êrişê  de 6 gumanbar hatine desteserkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye