Ji 8'ê Kanûna 2024an ve, rêjîma Baas hilweşiya, lê heya niha pêşeroja Sûriyê hîne diyar nebûye, lewma Hikûmeta Veguhêz dixwaze têkiliyên xwe bi dewletên derdor re xurt bike, da ku mayna xwe li ser desthilatiyê bidomîne.
Şandeya Sûriyê wê beşdarî xebatên komeleya giştî ya NYbibe
Televizyona El-Arabiyê ragihand ku Serokê Hikûmeta Vevuhêz a Sûriyê, Ahmed El-Şeri wê beşdarî xebatên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 80'emîn, li New Yorkê bibe. Ev xebat wê ji 23 heya 30'ê Îlonê berdewam bike.
Ajansa SANA da zanîn ku şandeya Hikûmeta Vevuhêz ji Ehmed El-Şerî, Wezîrê Derve Esed Hesen El-Şeybanî û çend kesên dîplomatîk a peybilind pêk tê.
SANA eşkere kir ku El-Şeri û El-Şebanî wê beşdarî gelek civîn û çalakiyan li Neteweyên Yekbûyî bibin û wê civînên dualî bi serokên dewletan û serokên şandeyên ku beşdarî vê civnê bîne, li dar bixin.
El-Şeri: Ez dixwazim bi Trump re bicivim
Serokê Hikûmeta Veguhêz ragihand ku ew dixwaze bi Serokê Amerîkayê re bicive, da ku gelek mijarên girîng yên di navbera Sûriye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de nîqaş bike û tekez kir ku divê têkilî rasterast û erênî werin sererastkirin.
"Divê cîhan alîkariyê Sûriyê bike "
Li gorî Televizyona CBS El-Şeri destnîşan kiriye ku bi rakirina cezayan bi biryarên bilez, Trump gaveke pir girîng ber bi Sûriyê ve avêt.
Ehmed El-Şeri têkildarî cezayên li ser Suriyê jî wiha dibêje: "Divê cîhan careke din bi astengkirina rakirina dorpêçan nebe hevkarê zirardayîna gelê Sûriyeyê, cîhanê Sûriyeyê têk bir û niha ew dikarin alîkariyê bikin."
El-Şeri da xuyakirin ku Trump fêm dike ku divê Sûriye ewle, aram û yekgirtî be, ev yek jî, ji bo hemû welatên cîhanê pir girîng e.
El-Şeri daxwaza vegera penaber û kesên bêwar kir
Di dawiyê de, Serokê Sûriyê tekez kir ku rêveberiya nû ya Sûriyê hêvî dike ku penaber û kesên bêwar vegerin welatê xwe.
Ajansa SANA diyar dike ku ji şerê Hezîrana 1967'an û vir ve, ev cara yekemîne ku serokekî Sûriyê, li Neteweyên Yekbûyî diaxive.