Pete Hegseth di konferanseke rojnamevaniyê de, da zanîn ku derfeteke Îranê ya dîrokî heye ku peymaneke cidî bi Amerîkayê re, pêk bîne û wiha axivî:
“Dem ne di berjewendiya Tehranê de ye û gog niha di qada wê de ye”.
Hegseth diyar kir her ku diçe dorpêça deryayî li dijî Îranê tundtir dibe û wiha domand:
“Hêzên Deryayî yên Amerîkayê heta niha 34 keştî neçar kirine ku rêça xwe biguherînin û ji Tengava Hurmizê vegerin.”
Di heman demê de Wezîrê Şer ê Amerîkayê anî ziman ku eger Îran hewl bide mayînan li Tengavê biçîne, ew ê ev yek wekî binpêkirina agirbestê were hesibandin.
Demeke kurt piştî daxuyaniya Wezîrê Şer ê Amerîkayê, Axiosê eşkere kir ku Îranê di destpêka vê hefteyê de, careke din mayîn, avêtine Tengava Hurmizê.