Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokên Ewropî diyar kirin ku ji bo kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn, divê Ewropa zêdetir berpirsiyariyan bigire ser milên xwe.
Serokan di çarçoveya civîna li Lefkoşayê de, bi armanca xurtkirina hevrêziya bi welatên li herêmê re daxuyanî da.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku divê Ewropa rola xwe ya li herêmê zêdetir bike, û got ku hevdîtinên ku dê bi Sûriye, Urdin û welatên din re were kirin, ji aliyê ‘’koordînasyonê’’ ve derfeteke girîng e.
Macron anî ziman ku ji berjewendiya hemûyan e, ku di zûtirîn dem de, aramî ji nû ve were dabînkirin.
Her wiha Macron bal kişand li ser daxuyaniyên Serokê DYA’yê Donald Trump ên têkildarî hevdîtinên ligel Îranê û bi bîr xist ku li herêmê pêvajoya agirbesteke hesas berdewam dike.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bal kişand ser girîngiya parastina agirbesta li Libnanê jî, û got ku Fransa xwe amade dike ku di demeke guncaw de konferansekê bi armanca piştevaniya artêşa Libnanê, li dar bixe.
Di heman demê de, serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides jî diyar kir ku, di destpêka şer û pevçûnan de baregehên NATO’yê ji aliyê balafirên bêmirov ên Îranê ve hatin hedefgirtin.
Nikos: Divê Ewropa hevkariya xwe ya ligel welatên li herêmê xurt bike
Nikos Christodoulides got ku divê Ewropa hevkariya xwe ya ligel welatên li herêmê xurt bike û bi taybetî jî divê ligel Libnanê lihevkirineke stratejîk a berfireh pêk bîne.
Nikos bal kişand ser mijara diyaloga bi Sûriyeyê re jî, û got ku tevî pêkanînên heyî jî divê nêzîkatiyeke gav bi gav were pêşxistin û ev yek anî ziman:
“Divê em çareseriyekê peyda bikin û alîkariya wan bikin.”
Tê payîn ku Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun, Serokkomarê Misirê Abdul Fettah Sîsî, Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ahmed Şera û Mîrê Urdinê Huseyîn Bin Abdullah dê beşdarî bernameyekê bibin.