Sibe li Enqereyê lûtkeya NATO’yê dest pê dike

Sibe li Enqereyê Lûtkeya NATO’yê dest pê dike. Ji bo Enqereyê ev lûtke di her warî de dîrokî ye. Ji ber vê Enqere di nava amadekariyên berfireh de ye. Lûtkeya NATOyê ku dê 2 rojan bidome, hem ji ber serdema dijwar a ku hevpeymanî ji ber nêzîkatiya rêveberiya Amerîkayê û hem jî ji ber konjonktûra navneteweyî tê re derbas dibe, wekî yek ji civînên herî girîng tê hesibandin. Operasyonên beriya civîna bilind a NATOyê, bênavber berdewam dikin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 7 û 8’ê Tîrmehê de li Enqere dê Lûtkeya NATO’yê were lidarxistin. 

Dê 32 welatên endam ên NATO’ye  kom bibin.

Şerê Ûkrayna-Rûsya, şerê Îran-DYA û Îsraîl di nav nediyariyan de ye.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, Sûriye, Lubnanê, şerê Îsraîl-Hizbullahê û bi giştî ji nû ve dîzayna Rojhilata Navîn di nav alozî û şeran de bi nezelaliyan ve didome. 

Enqere jî dixwaze cihê xwe di nava ji nû ve dîzayna Rojhilata Navîn de pênase bike û bigire.

Ji bo Tirkiyê, ev lûtke tenê civîneke leşkerî nîn e. 

Hikûmeta AKP‘ê vê civînê wek derfeteke siyasî dibîne ku hem têkiliyên xwe bi DYA û NATO‘re nû bike, hem jî siyasetên xwe yên li Sûriye, Iraq, Îran û bi giştî pirsgirêka Kurd ji hevalbendên xwe re bide qebûlkirin.

225 kes hatine binçavkirin û 178 kes hatine girtin 

Li ber lûtkeyê, tedbîrên ewlehiyê li Enqereyê di asta herî bilind de hatine girtin. 

Gelek rê hatin girtin, firîn û hatin-çûn hatin sînordarkirin û 48 hezar û 841 endamên ewlehiyê û 7 hezar û 447 jî cenderme bi giştî 56 hezar û 288 endamê hêzên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin.

Li gor daxuyaniyên fermî, di operasyonên beriya Lûtkeya NATO‘yê de:

-370 kes hatine binçavkirin

-178 kes hatine girtin

-Der barê 34 kesan de biryara hepsa malê (kontrola adlî) hatiye dayîn

-6 kes ji hêla dozgeriyê ve hatine berdan

Operasyon didomin.

32 serokên dewlet û hikûmetan dê beşdarî lûtkeyê bibin

Li lûtkeyê 32 serokên dewlet û hikûmetan ên NATO‘yê dê beşdar bibin. 

Ji bilî wan, Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa û serokên Japonya, Koreya Başûr, Awistralya û Zelanda Nû jî dê li civînên ku li kêleka lûtkeyê tên lidarxistin, amade bibin.

Ji bo Enqere, baldarî herî zêde li ser hevdîtina Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokê DYA’yê Donald Trump re ye. 

Piştî 17 salan cara yekem e Trump serdana Tirkiyê dike. 

Her du alî hêvî dikin ku gelek dosyayên nakokî li ser maseyê bên nîqaşkirin.

Şerê Ûkrayna û rewşa Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin

Bernameya fermî ya Lûtkeyê bi civîna Destpêşxeriya Hevkariya Stenbolê (ICI) dest pê dike. 

Piştre, civînên wezîrên karên derve, civîna NATO-Ûkraynayê û di dawiyê de jî rûniştina sereke ya serokan dê pêk were.

Li gorî agahiyên fermî, şerê Ûkraynayê, pêşeroja NATO, zêdekirina lêçûnên parastinê, ewlehiya Ewropayê û şert û mercên Rojhilata Navîn dê di nav mijarên sereke de bin.

Lê gelek şîrovekar bawer in ku li derveyî agahiyên fermî jî gelek dosyayên siyasî dê di hevdîtinên dualî de bên nîqaşkirin.

Ji bo Tirkiyê mijara sereke Sûriye û Rojhilata Navîn e

Ji bo hikûmeta AKP‘ê, yek ji armancên sereke yên vê lûtkeyê ew e ku cihê xwe yê stratejîk di nav NATO’yê de xurtir bike û piştgiriyê ji bo siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn bistîne.

Enqere dixwaze metirsiyên ewlehiyê yên li sînorên xwe, pêşketinên li Sûriyê û Iraqê û guherînên herêmî bibin beşek ji rojeva hevdîtinên xwe bi hevalbendên NATO‘yê re. 

Her wiha hewl dide nêrîna xwe ya ewlehiyê ji aliyê hevalbendên NATO‘yê ve bêtir were qebûlkirin.

Li gel vê yekê, şert û mercên nû yên li Rojhilata Navîn û guherînên di siyaseta DYA û Ewropayê de jî dikarin bandorê li ser têkiliyên Enqere û NATO‘yê bikin.

Encamên Lûtkeyê bandorê li siyaseta navxwe ya Tikriyê dike

Di heman demê de, encamên lûtkeyê dikarin bandorê li siyaseta navxweyî ya Tirkiyê jî bikin. Bi taybetî ka AKP‘ê dê piştî civînê pakêteke qanûnî ya nû der barê pêvajoya navxweyî bîne Meclisê an na, û naveroka wê çi be, dibe ku bi awayekî girêdayî bi encamên hevdîtinên Enqere re were diyarkirin.

Ji ber vê yekê, bala çavdêran ne tenê li ser daxuyaniya dawîn ya NATO’yê ye, lê her wiha li ser peyamên ku ji hevdîtinên dualî yên navbera Enqere û Waşingtonê derdikevin. 

Çimkî ew dikarin hem siyaseta herêmî û hem jî pêvajoya navxweyî ya Tirkiyê di her warî de bandor bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye