Li Urdunê rewşa Sûriyeyê tê gotubêjkirin

Piştî civîna Umanê ya di navbera rayderên Sûriye, Urdun û Amerîkayê de, wê roja sêşemê civînek nû li Urdunê, were lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karê Derve ya Urdunê ragihand ku ji bo piştgiriya "Pêvajoya jinûve avakirina Sûriyeyê." wê roja sêşemê, civîneke hevbeş di navbera Urdun, Sûriye û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê de bê lidarxistin.

 

Wezaretê da xuyakirin ku wê civîn di navbera wezîrê derve yê Urdunê Eymen El Sefedî, wezîrê derve yê Sûriyeyê Esed El Şîbanî û nûnerê taybet ê Amerîkayê Tom Barrack de be.

 

Rayederan eşkere kirin ku di civînê de, rewşa li Sûriyeyê û pêkanîna daxwazên gel û parastina mafên hemû Sûrîyeyiyan, wê werin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24