Navenda Ragihandinê ya YPG`ê eşkere kir ku di 9ê tebaxa 2025an de, Tîmên Operasyona Leşkerî (TOL) yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi Koalîsyona Navneteweyî re, operasyonek ji bo ewlehiyê li bajarokê Holê yê girêdayî Hesekê pêk anîn.
Di encama operasyonê de 2 endamên çalak ên şaneyên DAÎŞ`ê hatin girtin, ew jî Saad Muxlif El-Huseyn (Ebû Seyf) û Mihemed Şakir Muxlif in.
Li gor daxuyaniya YPG`ê, karê wan her du endamên DAÎŞ`ê veguhastin û birêvebirina çavkaniyên aborî û lojîstîk yên DAIŞ`ê bû.