Kurdisha Monitoringê: Li dijî zimanê Kurdî 70 binpêkirin

Kurdisha Monitoringê diyar kir ku di sala 2025'an de li Tirkiyê 70 binpêkirin li dijî zimanê Kurdî û çanda Kurdî hatine kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Platforma Şopandin û Raporkirina Mafên Zimanê Kurdî Kurdish Monitoringê, binpêkirinên sîstematîk ên di sala 2025’an de li Tirkiyê li dijî ziman û çanda Kurdî pêk hatine tomar kir û weke rapor weşand.

Kurdish Monitoringê, destnîşan kir ku ji bo amadekirina raporê ji raya giştî re daxuyaniyên rêxistinên civaka sivîl û ji rasterast agahdarkirinan sûd girtiye. 

Di daneyên raporê de diyar dike ku binpêkirin di hin qadan de bêhtir hatine kirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku di kategoriya qada civakî de 25, di kategoriya medyayê de 15, di kategoriya çand-hunerê de 18, di kategoriya girtîgehan de 12 û bi giştî 70 binpêkirin hatine tomarkirin. 

Binpêkirin di her qadê de tên kirin  

Di berdewama raporê de hate destnîşan kirin ku binpêkirinên li dijî ziman û çanda Kurdî yên li Tirkiyeyê di hemû qadên civakê de belav büne û birêkûpêk pêk tên. Bi domdarî hate gotin ku daneyên îsal hatine berhevkirin careke din nîşan didin ku bikaranîna Kurdî ne tenê li kolanan, her wiha li girtigehên ewlehiya wan bilind, li eywanên dawetan, li kampusên zanîngehan û li parlamentoyê ji tê krîmînalîzekirin.

Di berdewama raporê de hate gotin ku binçavkirina ciwanên li Colemêrgê ya ji gerandina govendê ya li ber strana Kurdî, ji ber axaftina bi Kurdî girtina mîkrofona parlamenteran, girtina Mela Silêman Sebrî ya ji ber xutbeya bi Kurdî, qedexekirina formeya Amedsporê ya li ser wê gotineke bi Kurdî hatiye nivîsîn û gelen bûyerên din nîşan didin ku ev binpêkirin li nemû qadan pêk tên. Di raporê de bi berdewamî hate diyarkirin ku yek ji xalên derketiye pêş ew e ku hîna ji polîtîkaya "zimanê nayê zanîn" û "..." (sê xalan) bi israr berdewam dike. Hat gotin ku ev sansura ku li Parlamentoyê pêk tê, bi rengekî ku li girtîgehan nameyên bi Kurdî tên astengkirin û axaftina bi Kurdî ya bi rêya telefonan tê qedexekirin, xwe nîşan dide.   

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye