Ev çend roj in artêşa Libnanê dest bi qonaxên ji bo bêçekirina Hizbullahê kiriye.
Herî dawî artêşa ragihand ku wê qonaxa yekem a bêçekkirina Hizbullahê xilas kirî ye.
Li gorî daxuyanîyê, artêşê ji bilî pênc nuqteyên leşkerî yên Îsraîlê hemû axa Libnanê kontrol kirine.
Artêşê ragihand “Qonaxa yekem bi awayekî serkeftî derbas bûye” ew ê derbasî qonaxa duyemîn bibin.
Hikûmeta Îsraîlê: Divê Hizbullah bi temamî bê çek bibe
Hikûmeta Îsraîlê ev daxuyanî wekî "destpêkek dilxweş" bi nav kir, lê got ku hewldanên artêşê têr nakin.
Di daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de wiha hate gotin:
"Ji bo Peymana agirbestê ya ku ji aliyê DYA ve di navbera Îsraîl û LIbnanê de hatiye kirin pêk were, divê Hizbullah bi awayekî giştî bê çek bibe.”
Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de di 2024´an de hatiye îmzekirin.
Bi peymanê hêzên paramîlîter ên li Libnanê çekan datînin û hêzên ewlehîyê yên Libnanê dibin tekane hêzên çekdar.