Lavrov: Biryara nû ya lêçûnên parastinê dê NATOyê hilweşîne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar dike ku biryara NATO'yê ya zêdekirina lêçûnên parastinê dê ji bo hevpeymaniyê karesatek be û dibe ku bibe sedema hilweşîna wê ya dawî.

reset font size increase font size

Lavrov ji ajansa nûçeyan a dewleta Rûsyayê (TASS) re got: “Divê NATO bi aqilekî saxlem were rêvebirin.”

Di civîna NATO'yê ya ku di heftiya borî de (25-26ê Hezîranê) hatibû lidarxistin de balyozên  32 welatên endam ên hevpeymaniyê soza nû ya lêçûnan, îmze kirin.

Endamên hevpeymaniyê li hev kirin ku heta sala 2035'an lêçûnên parastinê bigihînin ji sedî 5'ê hilberîna aborî ya welatên xwe.

Di daxuyaniya  civîna  li Lahayi'yê de, endaman soz dan ku hevkariya xwe di pîşesaziyên parastinê de li seranserê Atlantîkê berfireh bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye