Di 29emîn salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) de, li bajarên cuda yên Rojava çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de têkoşîna Şehîd Zîlan wekî sembola têkoşîna azadiya jinan hate binavkirin.
Çalakiyên bîranînê li Hesekê û Til Temir hat lidarxistin
Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê navendek vekir. Rêxistin, sazî û partiyên siyasî yên jinan beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, Cîgira Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen axivî û berxwedana şehîd Zîlan silav kir.
Berdevka Meclîsê Nûrşan Ferho, jî destnîşan kir ku Şehîd Zîlan ji bo tevahiya jinan pêşeng û parêzvana xeta azadiya jinê ye.
Şehîd Zîlan li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate bibîranîn.