Federasyona Navneteweyî ji bo nûnerê xwe yê li Sûriyeyê û endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) rojnamevan Hesen Zaza yê 27ê Hezîranê li Şamê hatî binçavkirin daxuyaniyek weşand.
Federasyonê di daxuyaniya xwe de binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza şermezar kir û got:
“Binçavkirina wî binpêkirineke mezin a azadiya rojnamegeriyê ye.
Ji bo serbestberdana hevalê me, me ji kêliya binçavkirinê ve bangên fermî kirin, lê belê heta niha ev bang nehatin bersivandin. Ev jî fikarên me yên kûr li ser rewşa wî ya tenduristî zêdetir dike.”
Federasyona Navneteweyî ya Rojnamgeriya Erebî di dawî de banga berdana nûnerê xwe kir û teqez kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê silametiya rojnamevan Hesen Zaza ye.