Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 1’ê Gulanê, Cejna Karker û kedkarên Cîhanê li gelek qadan hat pîrozkirin.
Li Stenbol, Enqere, Amed, Îzmîr, Edîrne, Bursa, Rîze, Mêrsîn, Sêwas, Çorum, Kayserî û Tokatê çalakî hebûn.
Yek ji wan cihan Taksîma Stenbolê bû.
Bi danê sibehê re, Qada Taksîmê û navçeyên Beyogluyê bi giştî hatin girtin.
Gelek partiyên siyasî û rêxistinên ciwanan li rawestgeha Mecîdiyekoy ya navçeya Şîşliyê kom bûn.
Lê polîsan bi tundî êrîşî gel kir.
beta dîmenên êrîşkirina gel li jêr linke hene
Gel li dijî êrîşên polîsan, bendên polîsan hilweşandin.
Di êrîşên polîsan de, 576 kes li Taksîmê bi êşkenceyê hatin binçavkirin.
Ji wan, 407 kes li Emniyeta Vatanê tên girtin, û 169 kes jî li Emniyeta Gayrettepeyê tên girtin.
47 kes jî li Pira Bogazîçiyê hatin binçavkirin, û li Emniyeta Vatanê tên girtin.
Hat ragihandin ku 47 kes wê sibe sewqî dozgeriyê bên kirin.
Di nava 576 kesên ku hatine girtin de, 8 parêzer û 2 rojnamevan jî hene.
Walîtiya Stenbolê bi hinceta "ewlehiyê" Qada Taksîmê qedexe kiribû, û li gelek navçeyan polîsan bi tundî mudaxeleyî karker û rêxistinên ku dixwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin, kir.
Li deverên wekî Mecîdiyekoy û Beşîktaşê polîsan bi gaza rondikrêj, fîşekên plastîk û TOMA’yan êrîşî girseyê kir.
Hevserok û parlamenterên DEM Partiyê, Partiya Gel a Komarî (CHPê) û Partiya Karkerên Tirkiyê jî, di çalakiyan de amade bûn û ew jî rastî êrîşan hatin.
Wan êrîş wekî "hewldana biçûkkirina qada siyaseta demokratîk" û "zêdekirina tansiyona civakî" bi nav kir.