Karayilan daxuyaniyeke nû da

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got ku desthilatdariya ku gavên şênber neavêje û teslîmiyetê bisepîne, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rawestandiye û diyar kir ku ji bo birêveçûna pêvajoyê rola rêberê damezirîner ê PKK`ê û gavên qanûnî merc in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bal kişand ser hevdîtinên bi rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re û wiha got:

Zêdeyî mehekê ye hevdîtin bi Rêber Apo re nayên kirin.

Piştî ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, cara duyem e ku demeke dirêj agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin.

Karayilan: Li dijî Tirkiyê hemû kar hatin rawestandin

Mûrat Karayilan bi peyva `di halê hazir de pêvajo hatiye cemidandin, hatiye rawestandin` bal kişand ser rewşa pêvajoyê û ev yek anî ziman:

Destpêkirina stratejiya aştî û civaka demokatîk gaveke dîrokî ye ku bi banga 27'ê sibata 2025'an a Rêber Apo dest pê kir.

Ji bo me bû destpêka veguherîneke bingehîn.

Weke tevger em jî tev li vê bûn û di 1'ê adarê de me agirbest ragihand.

Li ser vê bingehê şer sekinî.

Çalakî hatin rawestandin.

Li dijî Tirkiyê hemû kar hatin rawestandin.

"Di halê hazir de pêvajo hatiye cemidandin"

Her wiha Karayilan li ser pirsa li hember gavên ku PKK`ê avêtine, dewleta Tirkiyê çi kir ev bersiv da:

Li hemberî gavên ku me avêtine, desthilatdariyê jî hinek tişt kirin.

Ji 1'ê tîrmeha 2025'an û vir ve, li gorî agirbestê tev geriya.

Li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê têkildarî mijarê komîsyonek ava bû û vê komîsyonê dest bi kar kir.

Bi destûra îdarî heyet çûn Îmraliyê.

Ji bilî van, gaveke şênber nehat avêtin û pêşketinek çênebû.

Di halê hazir de pêvajo hatiye cemidandin, hatiye rawestandin.

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan da xuyakirin ku rêberê PKK`ê pêvajo bi kedeke mezin da destpêkirin û ji bo serkeftina wê jî hewldaneke mezin dike û wiha bi dawî kir:

Em jî di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo li gorî berjewendiyên Tirkiyê û gelê me ye.

Lewma eger li qada dewletê gavên cidî bêne avêtin, di vê mijarê de biryara me zelal û şênber e ku em ê van gavan bê bersiv nehêlin.

Eger dewlet li gorî vê yekê gavê biavêje, em ê bibin hêzeke komara demokratîk, ne dijberê dewletê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye