Navendê da zanîn ku îstîxbara Tirkiyê û çekdarên Emşat bi ser mala ciwanê Kurd de girt û bi bihaneya piştgiriyê dide QSDê ew êşkence kirin.
Lê ciwanê Kurd karîbû bireve. Dema direve di lingê xwe de birîndar dibe.
Îstîxbarata Tirkiyeyê û çeteyên gel wê piştî ew ciwan direve gef li hevjîn û birayên wî xwarin, destdirêjî xwişkên wî kirin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê van kiryar û binpêkirinên li dijî sivîlan şermezar dike û diyar dike ku kiryarên bi vî awayî ewlehiya sivîlan dixe xeteriyê.
Dîsa di 5ê Tebaxê de, li Helebê 2 xortên ji Efrînê hatine revandin hîn çarenûsa wan nediyar e.