Rayedarên Iraq û Başûrê Kurdistan ji bo pirsgirêka mûçeyan dicivin

Meclisa Wezîran a Iraqê îro wê bi rojevên mûçeyên karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê, hinardekirina petrolê û dahatên navxweyî bicivin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hate gotin ku rayedarên Başûrê Kurdistanê di vê civînê de armanc dikin ku herî kêm dayîna mûçeyên meha Tîrmehê li Hikûmeta Iraqê bide qebûlkirin.

Dîsa hate gotin ku ger îro biryara şandina mûçeyan were dayîn, wê 120 milyar dînar ji dahata derveyî petrolî radestî Wezareta Darayî ya Iraqê were kirin.

Herwiha du raporên ku ji aliyê Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê ve li ser mafên darayî yên ji bo Başûrê Kurdistanê hatine amadekirin, wê di civînê de bên nîqaşkirin.

Tê payîn ku ji bilî mijara mûçeyan, ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma  Başûrê Kurdistanê jî wê were nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24