Wezareta Rêveberiya Herêmî û Jîngehê li parêzgeha Hesekê, hejmarek rêvebirên nû ji bo navçe û herêman (Serê Kaniyê, Dêrik, Qamişlo, Hol û Çil Axa) destnîşan kirin.
Duh Wezareta Rêveberiya Herêmî û Jîngehê çend biryar derxistin ku tê de hejmarek ji rêvebirên îdarî li navçe û bajarokên parêzgeha Hesekê hatin destnîşankirin.
Li gorî biryarê, Abdullah Elî Ceşam wekî rêveberê herêma Serê Kaniyê, Mehmûd Ehmed Xidir rêveberê navçeya Holê, Xalid Îbrahîm Salih rêveberê navçeya Çil Axa, her wiha Şêro Mihemed Şero wekî rêveberê herêma Dêrikê û Cîhan Seîd Hesam wekî rêvebera herêma Qamişlo hatin destnîşankirin.
2 rêveberên Kurd bo Qamişlo û Dêrikê hatin erkdarkirin
Wezaretê her wiha biryara hejmar (41) derxist ku li gorî bendên Danezana Destûrî û Qanûna Rêveberiya Herêmî, heta ku hilbijartinên nû werin lidarxistin, ofîseke rêveberiyê ya demkî ji bo Encûmena Parêzgeha Hesekê tayîn dike.
Ji nav kesên ku hatine erkdarkirin de, Cîhan Seîd Hesam û Şêro Şero hene, ku ew bi xwe di dema Rêveberiya Xweser de xwedî post bûn.
Herdu rêveber jî di dema dawî de ji aliyê QSD'ê ve, bo rêveçûna pêvajoya entegrasyonê, hatibûn erkdarkirin.
Cîhan Seîd Hesam:
Ew rêvebereke naskirî û şêwirmenda berê ya Rêveberiya Xweser tê zanîn, ku di heman demê de berpirsa dosyaya entegrasyonê bû.
Şêro Mihemed Şero:
Cihê xwe di TEV-DEM'ê de digirt û li kêlek Cîhan Hesam xebatê entegrasyonê dimeşand.