Li dijî nebûna elektirîkê li Dihokê gel derket xwepêşandanan

Welatiyên Dihokê li dijî giranî û nebûna elektirîkê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin. Welatiyan destnîşan kir ku di demeke kurt de, pereyeke zêde ji bo fatûreyên wan hatiye û ev yek bargiraniyeke zêde xistiye ser milên wan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li ber avahiya Rêveberiya Giştî ya belavkirina Elektirîkê ya li Dihokê, welatî li hev kom bûn û li dijî bihabûn, birîna elektirîka çend malan û nebûna elektirîkê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.

 

Di xwepêşandanê de, welatiyan diyar kir ku di demeke kurt de pere pir hatiye li ser fatûreyên wan ên elektirîkê, û asta bikaranîna wan ji elektirîkê re li gorî bihayên fatûreyan nabe yek.

 

Li aliyekî din, rêveberên elektirîkê jî bi hinceta nedana pereyên elektirîkê, elektirîka sedan malan û cihên kar qut kirine.

 

Vê yekê jî bargiraniyeke mezin xistiye ser milên welatiyan.

 

Pêşmergeyê ku tevlî xwepêşandanê bûbû jî wiha got:

 

"Ev 25 sal in elektirîk qut e.

 

Ez ê çawa li eniyan bim û elektirîka mala min hatiye qutkirin."

 

Peyama welatiyên Dihokê ew e, ku kesên berpirsyar pirsgirêka elektirîkê çareser bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye