Zêdetirî 200 hezar kes ji Libnanê derbasî Sûriyê bûn

Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, bi taybet di destpêka meha adarê de dubare gur bû, zêdetirî 200 hezar kes ji Libnanê derbasî Sûriyê bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnera Demkî ya Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Aseer El Madaien ragihand ku piraniya kesên derbasbûne Sûriyeyî ne.

 

Aseer El Madaien got ku nêzîkî 180 hezar Sûriyî ji kesên ku beriya niha ji ber şer berê xwe dabûn Libnanê pêk tê û anî ziman ku niha jî neçar mane dubare vegerin.

 

Li gorî Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 28 hezar Libnanî ji ber bomberdûmana Îsraîlê derbasî Sûriyê bûne.

 

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê yê di sala 2011'an de dest pê kir. Libnanê mazûvaniya zêdetirî 1 milyon koçberên Sûriyê kiribû.

 

Lê belê ji ber ku li herêmê dubare şer û pevçûn rûdidin, welatiyên Sûriyê yên ku beriya niha berê xwe dabûn Libnanê,careke din li welatê xwe vedigerin.

 

Saziyê diyar kir ku ger operasyon bidomin, dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.

 

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku rêveberiya Sûriyê jî li hemberî hatina koçberan plana rewşa lezgîn amade dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye