HRANA: REJÎMA ÎRANÊ 846 WELATÎ BIN ÇAV KIRINE

Dewleta Îranê di nava çend rojên borî de 846 welatî bin çav kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê têkildarî welatiyên ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatine binçavkirin, agahî da.

 

Li gorî HRANA’yê di çend rojên borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, 846 welatî bê fermana dadweriyê ji aliyê hêzên wezareta Îstîxbaratê ve hatine binçavkirin.

 

Hat ragihandin ku bihaneya binçavkirinê jî ew e, ku van kesan ji bo medyayên biyanî dîmen şandine û li ser torên civakî parve kirine.

 

Li aliyekî din jî, medyayên fermî yên Îranê ragihandin ku di nava meha borî de bi hezaran kes hatine biçavkirin.

 

Her wiha Fermandarê Polîsên bajarê Nayînê da zanîn ku, du kes li bajarê Nayînê bi tawana sîxurtiyê hatine girtin.

 

Polîsên Nayînê anîn ziman ku piştî çavdêriyên Îstîxbaratî û çalakiyên taybet ên polîsên Nayînê, 2 kesên ku hewil didan ku bi medyaya dijminan re têkiliyê daynin û agahiyan bişînin, hatine tespîtkirin û girtin.

 

"Kesê ku wêne û dîmenên êrîşan parve bike wê were darvekirin"

 

Di heman demê de, Berdevkê dadweriya Îranê hişyarî da û got ku bila ti kes wêne û vîdyoyên ku êrîşên li ser cihên di nava welêt de nîşan didin, parve neke.

 

Her wiha Berdevkê dadweriyê diyar kir ku, kiryarên wiha dikarin wekî alîkariya "dijmin" werin hesibandin û dê cezayê darvekirinê li wan were birîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye