SOHR diyar kir ku nakokî di navbera du kesan de derket, di encamê de kesek hat kuştin.
Li bajarokê Huseyniyê li gundewarê başûrê Şamê, xortekî 15 salî kurekî 12 salî kuşt.
Her wiha SOHR da zanîn ku di teqîna mayînekê de, berî bi çend rojan kesek ji bajarokê Inxhil li gundewarê bakurê Derayê bi giranî birîndar bibû û duh jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
SOHR eşkere kir ku li Parêzgeha Derayê cenazeyê ciwanekî nenas li deştên rojhilatê bajarokê Nehta hat dîtin û li ser laşê wî nîşanên birîna guleyê xuya dikirin.
SOHR da xuyakirin ku xortek ji bajarokê El-Cersî li gundewarê Dêra Zorê piştî şerekî li gel xortên din li gundê Xirbet El-Ward li gundewarê Şamê, hat kuştin.