Di salên dawî de, li Îranê bi taybetî di dema protestoyan de, gelek zarok, xwendekar û mamoste rastî girtin û zextên ewlehiyê hatin.
Li gorî daneyên ku ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ve hatine belgekirin, di navbera dawiya îlona 2025'an û dawiya îlona 2026'an de li seranserê Îranê herî kêm ew qas kes hatine girtin û cezakirin:
"315 kesên di bin 18 salî de, tevî xwendekarên dibistanan, hatin girtin.
Heşt zarokên di bin 18 salî de hatin cezakirin."
Li Îranê 59 mamoste hatin girtin
Her wiha der barê girtina mamoste û profesorên zanîngehê de ku di navbera dawiya îlona 2025`an û dawiya îlona 2026`an ev agahî hat parvekirin:
"59 mamoste, mamosteyên teqawîtbûyî û profesorên zanîngehê, hatin girtin.
Herî kêm 16 mamoste û profesorên zanîngehê hatin cezakirin."
Dezgehên ewlehiyê yên Îranê herî kêm 315 zarokên di bin temenê 18 salî de girtin, di nav wan de xwendekarên dibistanan jî hebûn, ku nasnameya wan ji hêla Hengawê ve hat piştrastkirin.
Ji kesên ku hatine girtin, 30 keç û 285 kur bûn.
Di nav dozên belgekirî de 88 Kurd hene.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê diyar kir ku piraniya kesên girtî, li parêzgeha Hemedanê hatine girtin.