Keştiyeke gazê li Hurmizê bi bermahiyên mûşekan ve hat lêdan

Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku keştiyeke gaza xwezayî dema ku ji Tengava Hurmizê derdiket, li bermahiyên mûşekekê qelibî û zirar dît.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistinê da zanîn ku hemû endamên ekîbê ewle ne û ti ziyan negihîştiye wan.

Rêxistinê eşkere kir, ku kaptanê keştiyê ragihandiye piştî ku keştî bi bermahiyê mûşeka nenas ve hat lêdan, rêça xwe bi awayekî normal ber bi bendera ku diçûyê ve berdewam kir.

Rayedarên têkildar li ser hûrgulî û sedema rûdanê lêpirsînek dane destpêkirin.

Li aliyekî din jî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku hêzên Amerîkayê heta roja 21ê îlonê rêyên 110 keştiyên bazirganiyê guhertine da ku rê li ber wan bigirin ji bo ku derbasî bender û avên Îranê nebin ya jî ji wir derkevin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye