Civîna diyarkirina namzetê Serokwezîrê Îraqê hate paşxistin

Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hemahengiya Şîe ragihand ku civîna diyarkirina namzetê serokwezîrê Îraqê ji bo roja çarşemê hate paşxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan, ji bo diyarkirina serokwezîrê nû, duh li Bexdayê civiya.

Li gorî agahiyan, ev civîn bi taybetî ji bo diyarkirina namzetê serokwezîrtiyê, hat lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hemahengiya Şîe Ebas Amirî, ji medyaya navxwe ya Îraqê re nagihand ku civîna diyarkirina namzetê Çarçoveya Hemahengiya Şîe ya ji bo posta serokwezîr ji bo roja çarşemê hat paşxistin.

Amirî, di peyama xwe de wiha got:

"Atmosfera civîna duh a Çarçoveya Hemahengiyê erênî bû.

hemû nerînên derbarê namzetê serokwezîriyê de hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.

Lê ev mijar pêwîstiya wê bi demeke zêdetir heye.

Çarçoveya Hemahengiyê biryar da ku civîna xwe roja sêşemê jî bidomîne û roja çarşemê namzetek ji bo posta serokwezîr destnîşan bike."

Sûdanî û Malikî rikaberiyê dikin

Rikaberî di navbera du baskên sereke yên Şîeyan de ye:

Muhemed Şiya Sûdanî: Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê.

Nûrî Malikî: Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê.

Li gorî agahiyan di nava Çarçoveya Hevahengiyê dê namzet bi lihevkirinê were diyarkirin.

Lê eger lihevkirin çênebe, dê bi piraniya du li ser sêyan (2/3) ya endamên hevpeymaniyê were diyarkirin.

Çarçoveya Hevahengiyê ku ji 12 aliyên Şîe pêk tê, bi zêdetirî 180 endaman mezintirîn fraksiyona parlamentoyê ye.

Li gorî destûra Îraqê, divê di nava 15 rojan de piştî hilbijartina serokkomar, namzetê serokwezîrtiyê ji bo pêkanîna hikûmetê were erkdarkirin.

Niha ji bo Şîeyan tenê 6 roj mane ku namzetê xwe diyar bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye