AFPˊê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî herêma Şerhebîl a nêzîkî Seyda ya başûrê Libnanê de, serkirdeyekî Tevgera Hemasê hat kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, di êrîşa li dijî avahiyeke li Seydayê de, ku li wir mezintirîn kampa penaberên Filistînî heye, serkirdeyê Hemasê Wîsam Taha hatiye kuştin.
Di 5ˊê adarê de, li malekê li bajarê Terablusê yê bakurê Libnanê, di êrîşa îsraîlê de serkirdeyekî Hemasê hatibû kuştin.