Piştî 8 salan Tirkiyê hêzên xwe ji gundê Celbelê yê Efrînê vekişandin

Piştî zêdetirî 8 salan, artêşa Tirkiyê hêzên xwe ji gundê Celbelê yê li Efrînê vekişandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Tirkiye hêzên xwe ji gundê Celbelê yê li gundewarê Efrînê vekişnadin.

Di nava 8 salên derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê ev gund ji xwe re kiribû baregeheke leşkerî.

Di vê dema navborî de jî, Tirkiyê rê li ber vegera niştecihên gund girtibû.

Piştî vekişînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ketin gund.

Li wê derê, Hêzên Ewlekariyê dest bi lêgerînê kir da mayîn û bermahiyên şer tespît bikin û ewlehiya herêmê misoger bikin.

Li gundê Celbelê zêdetirî 70 xanî hene, ku hejmareke mezin ji wan di encama şer de wêran bûne û ziyan dîtine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye