Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 31'ê cotmeha 2025'an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal cara yekê wêneyê Abdullah Ocalan bi malbatê re hatibû kişandin, parve kir.
Omer Ocalan li gel endamên malbata xwe di 31'ê cotmeha 2025'an de li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatî pêk anîbû.
Di hevdîtinê de xwîşka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û xwarziyên Abdullah Ocalan Berfîn û Alî Ocalan jî cih girtibûn.