Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê bajarê mezin ê Amedê

Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand ku endamê meclîsa şaredariyê Emîn Ay weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hatiye peywirdarkirin. Ay, li şûna Dogan Hatun ê ku beriya niha îstifa kiribû hat hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê, derbarê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê de daxuyaniyek fermî weşand. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku piştî valabûna kursiyê hevşaredariyê, pêvajoya diyarkirina navê nû bi dawî bûye û Emîn Ay ketiye şûna Dogan Hatun.

Ji bo diyarkirina navê nû, DEM Partiyê li bajêr pêvajoyeke berfireh a şêwirînê meşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wan bi hemû saziyên civakî yên Amedê û partiyên siyasî re demek dirêj nîqaşên piralî kirine û di encama van danûstandinan de li ser navê Emîn Ay lihevhatin çêbûye.

Hevşaredarê berê Dogan Hatun, di 20'ê Tîrmehê de li gorî "Prensîba Paşde Vekişînê" ya partiyê ji wezîfeya xwe îstifa kiribû. Piştî vê biryarê, endamê meclîsa şaredariyê Emîn Ay bi biryara hevpar a dînamîkên bajêr û partiyê weke Hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê hate peywirdarkirin da ku xebatên şaredariyê bimeşîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye