Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli îdîayên ku dibêjin ji bo Abdullah Ocalan vîllayek hatiye çêkirin red kir û diyar kir ku tiştekî bi navê vîllayê nîne, lê ji ber ku temenê Ocalan mezin bûye û ji bo şertên hevdîtina bi rojnamevan an heyetan re di nava kompleksa girtîgehê de xaniyekî 250 metreçargoşe hatiye avakirin.
Bahçeli destnîşan kir ku x xwedîderketina Ocalan li vê pêvajoyê û hevahengiya daxuyaniyên wî yên sala 2025 û Sibata 2026'an xwedî girîngiyeke mezin e da ku dawî li hebûna rêxistinê bîne û ev xanî jî ji bo gihandina peyamên wî yên derve hatiye amadekirin.
Serokê MHP'ê li ser gihîştina xebatên komîsyonê ya asta qanûnî li Meclîsê (TBMM) jî kêfxweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku aştiyê tê wateya parastina rûmeta milet û hêza dewletê, ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de êdî ti hewcehî bi oyalanmayê nîne.