Ji Ocalan peyamên krîtîk: Ji ronesansa Elewiyan heya provakasyona Rojava û hişyariya Îranê

Rêberê Damezîrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de peyamên krîtîk dan. Ocalan bal kişand ser mijara Elewiyan, geşedanên li Rojava û polîtîkayên darvekirinê yên Îranê û destnîşan kir ku "Ronesansa Elewiyan" stûna herî girîng a paşeroja demokratîk e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî spekulasyonên li ser notên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rayedarên DEM Partiyê naveroka hevdîtina dawî bi rojnamevanan re parve kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ocalan li ser gelek mijarên herêmî û dîrokî nirxandinên girîng kiriye.

Nûkirina Hevpeymana Dîrokî û Ronesansa Elewiyan

Ocalan behsa peymana mîrektiyên Sunî û Osmaniyan a serdemê Îdrîsê Bîdlîsî kir û diyar kir ku armanc ne vejandina kêmasiyên raboriyê ye. Ocalan anî ziman ku peymanên berê li ser berjewendiyên mîran bûn, lê îro divê li ser bingeha gel û baweriyan werin nûkirin. Ocalan wiha got:

"Armanc ne helandina Elewîtiyê di nav Sunîtiyê de ye; armanc ew e ku Kurd û Elewî bi nasname û xweseriya xwe bibin hêza avaker a vê hevpeymaniya nû ya demokratîk. Ronesansa Elewiyan ji stûnên herî girîng ên vê paşeroja hevpar û demokratîk e."

"Rûdanên li Rojava Provokasyon û Sabotaj in"

Ocalan rûdanên dawî yên li Rojava wekî provokasyoneke eşkere pênase kir û hişyariyeke tund da. Ocalan destnîşan kir ku kuştina hovîtî ya ciwanekî û girtina bajêr planeke bi zanebûn e û got, "Ev provokasyoneke eşkere ye. Divê ev sabotaja li dijî zemîna diyalogê yekser bê rawestandin.

Hişyariya parastina rewa ji bo Îranê

Li ser geşedanên li Îranê û polîtîkayên darvekirinê jî Ocalan bal kişand ser girîngiya helwenda gel û wiha nirxandin kir: "Stratejiya PJAK'ê ya parastina gel bêyî ku bikeve bin bandora tu aliyan, rast û di cih de ye. Ji ber vê yekê divê Îran darvekirinan rawestîne û êrişên li ser herêmên Kurdan bi dawî bike. Heke Îran van gavan neavêje, mafê parastina rewa ya gelê Kurd dê bikeve dewrê. Divê Tirkiyê jî di vê pêvajoyê de rolekî erênî bilîze."

Ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê

Ocalan di hevdîtina xwe de siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana yê ku wefat kiribû jî ji bîr nekir. Ocalan ji bo Leyla Zana peyamek şand, sersaxî xwest û destnîşan kir ku di rêya îradebûna gel a li ser bingeha demokrasiya xwecîhî de kedeke mezin a Mehdî Zana heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye