Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan 13`ê vê mehê çûbû Şamê û bi Serokkomarê Sûriyê re civiyabû.
Hakan Fîdan piştî vê serdana xwe ya du roj dirêj kir ji rojnamegeran re axivî.
Hakan Fîdan behsa serdana xwe û rewşa Sûriyê kir û got:
Li herêma me geşedanên pir krîtîk diqewimin.
Di vê pêvajoyê de em têkiliyên xwe yên bi Sûriyê re zêde dikin.
Me xwest em serdaneke du rojan li vir bikin.
Manbûna me ya li Şamê nîşaneya wê yekê ye ku jiyan li Sûriyê ber bi normalbûnê ve diçe.
Derketina Sûriyê a ji lîsteya terorîzmê jî pir girîng bû.
Hewcedariya Sûriyê bi demê heye.
Hakan Fîdan: Îsraîl dixwaze ku Sûriyê bixe nav nearamiyê
Hakan Fîdan di nava axaftinên xwe de balkişand ser rola Îsraîlê ya li herêmê û wiha lê zêde kir:
Niha aktora ku herî zêde dixwaze ku Sûriyê bixe nav bêîstîkrariyê, Îsraîl e.
Îsraîl ji bihêzbûn û aramiya welatên cîran hez nake.
Vê yekê wekî gefekê ji bo xwe dibîne.
Ya dê Îsraîl jiyana di nav aştiyê de qebûl bike, an jî dê van polîtîkayên xwe yên êrîşkar bidomîne û di nav civaka navneteweyî de hîn bêtir bi tenê bimîne.
Hakan Fîdan: Em pêvajoya tevlîbûna QSD`ê ji nêz ve dişopînin
Hakan Fîdan li ser entegreya QSD` ya di nava artêşa Sûriyê de jî wiha got:
Tirkiye peyamên derbarê tevlîbûna QSD`ê ya nav artêşê de erênî dibîne.
Lê em ê di pratîkê de bişopînin ka ev pêvajo li ser erdê çawa bi pêş ve diçe.
Di xala ku em gihştinê de, ji aliyê taktîkî û stratejîk ve tiştên xweş diqewimin.
Hakan Fîdan: Pêvajoya aştiyê li Amedê rastî piştgiriyeke pir mezin hatiye
Her wiha Hakan Fîdan li ser pêvajoya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî wiha axivî:
Pêvajoya "Tirkiya Bê-teror" û banga danîna çekan ji aliyê civak, sazî û aliyên siyasî yên cuda yên li Amedê ve rastî pejirandin û piştgiriyeke pir mezin hatiye.
Di dema serdana me ya hefteya borî ya Amedê me ev rastî dît.
Em li gel gelek sazîyên sivîl (STK) û mirovên xwedî nêrînên siyasî yên cuda hatin cem hev.
Êdî di mijara nîqaşkirina pirsgirêkan a bêçek de fêmkirinek çêbûye.