Erebistana Siûdî rêjeya petrola ji bo Ewropayê kêm kir

Erebistana Siûdî piştî êrîşa bi droneyan a li ser xeta petrolê ya Rojhilat-Rojava ku digihêje heta Derya Sor, rêjeya petrola ku dişîne Ewropayê kêm kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku xeta petrolê ya Rojhilat-Rojava bi êrîşan zerar dît, Erebistana Siûdî dest bi kêmkirina şandina petrolê ya ji bo Ewropayê kir.

Li gorî çavkaniyên sektorê ku ji Reutersê re axivîn, hilgirên mezin ên weke Polonyayê, ji bo telafîkirina petrola Siûdî ketin nava lêgerîna petrola xav a alternatîf ji Derya Bakur û herêmên din.

Piştî êrîşan, Erebistana Siûdî roja Înê xeta Rojhilat-Rojava girt.

Xeta Petrolê ya Rojhilat-Rojava qadên petrolê yên li Kendava Basrayê bi bendergeha Yanbu ya li peravê Derya Sor ve girê dide.

Tê payin ku xet çend hefteyan di asteke mezin de nexebite.

Erebistana Siûdî komeke milîs a li Iraqê weke berpirsyarê êrişan li ser Xeta petrolê nîşan dabû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye