Li gorî agahiyan, îro di danê nîvroyê de balafirên şer baregehên leşkerî yên hêzên Îranê yên ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne, bombebaran kirin.
Hate diyarkirin ku êrîş li ser baregeha hêzên Îranê ya ku li navçeya Cemaldîn a li pişt navçeya Hêro dikeve, hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, ku ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, herî kêm navend û baregehên leşkerî yên li ser sînor hatine armanckirin.
Bêhtir navendên li Tehran û bajarên din jî hatine bombebarankirin.
Li gorî hin çavkaniyên ji herêmê, dewleta Îranê hêzên xwe yên leşkerî bi bejahî dişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.