Gelê Kurd di hilbijartinên xwecihî yên li Fransayê de, serkeftineke girîng bi dest xist.
Bi tevahî 34 namzetên Kurd ji bo meclisên şaredariyan li bajarên cuda yên Fransayê hatine hilbijartin.
Encamên ku di serî de li Île-de-France û Parîsê li gelek bajaran hatine bidestxistin, hebûna civaka Kurd a di siyaseta demokratîk de derxist holê.
Di nav kesên ku hatine hilbijartin de, endamên meclisa şaredariyan, nûnerên muxalefetê û cîgirên şaredaran hene.
Meclisa Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) di der barê encamên hilbijartinê de daxuyaniyek da û hemû namzetên ku hatine hilbijartin pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd li ser sindoqên dengdanê hatiye nîşandan.
Em hemû nûnerên hilbijartî pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”
CDK-F diyar kir ku serketina ku hatiye bidestxistin, encama xebata rêxistinî ya xwe dispêre salan û banga beşdariya demokratîk e.
Daxuyaniyê bal kişand li ser pêvajoya pêşerojê û hat destnîşankirin ku ji bo nûnertiya siyasî ya civaka Kurd xurtir bibe wê xebatên xwe mezin bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li cihê ku gelê Kurd lê ye, wê xebatên rêxistinkirinên bibandortir, berdewam bikin.”