Li paytexta Fransa, Parîsê doza yakem a têkildarî qirkirina Êzidiyan li ser destê DAIŞ'ê destpê kir.
Li dadgeha cezayên giran a li Parîsê, di derbarê welatiyê Fransaî Sabrî Essîd de, doz hate vekirin.
Hate diyarkirin ku Sabrî Essîd tevlî DAIŞ'ê bûye û destê wî di sûcên li dijî Êzidiyan de heye.
Essîd bi doza qirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê û hevkariya van sûcan tê darizandin.
Ev doz li Fransayê doza yekem a têkildarî qirkirina li hemberî Êzidiyan e.
Tê gotin ku Sabrî Essîd di sala 1984'an de ji dayik bûye û di sala 2014'an li Sûriyê tevlî nav refên DAIŞ'ê bûye.
Her wiha di sala 2018'an miriye. Lê belê ji ber ku di têkildarî mirina wî de îspatek şênber nîne, ji aliyê dadgeriya Fransayê ve weke "fîrarî" tê qebûlkirin û bi vî rengî tê darizandin.
3 jinên Êzidî di rûniştinê de tevlî dozê bûn û tê payîn ku du ji wan wê li dadgehê şahidiyê bikin.
Li gorî dosyaya lêpirsînê, Essîd jinên Êzidî ji bazara esîran kirîye.
Di heman demê de, Sûcên mîna koletiya zayendî, destdirêjî û muameleya xirab li hemberî wan pêk aniye.
DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de, li Şengalê êrîşên qirkirinê pêk anî, bi hezaran Êzidî qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û kolekirin.
Sabrî Essîd di destpêka sala 2014'an de, piştî ku çû herêma sînorî ya Îraq-Sûriyê, li wir hevjîna wî û 4 zarokên wî tevlî wî bûn.
10'ê Adara 2015'an, dîmenekî propagandayê yê DAIŞ'ê hate weşandin. Essîd jî di wî dîmenî de bû.
Essîd di dîmen de zorî li kurê xwe yê 12 salî dikir ku dîlgirtiyê Filistînî înfaz bike.
Hevjîna wî piştî ku vegeriya Fransayê hate girtin, ew ê jî di rûniştinê de weke şahid were guhdarkirin.
Ev doz li Fransayê, Ewropayê weke xeleka dawî ya dozên têkildarî qirkirina li hemberî Êzidiyan tê nirxandin.
Di salên dawî de, li Ewropayê ji ber qirkirina li hemberî Êzidiyan, li dijî gelek endamên DAIŞ'ê biryara girtinê hate dayîn, a yekem di sala 2021'ê de li Almanyayê bû, piştre di sala borî de li Siwêd û Belçîkayê bû.
Têkildarî vê qirkirinê, dozeke din wê di sala 2027'an de li Parîsê were dîtin.
Di dozê de, emîrê DAIŞ'ê Abdulnasir Benyusef ku mirî tê zanîn û hezkiriya wî ya berê Sonia Mejri ya ku vegeriyaye Fransayê, wê bên darizandin.
Serokatiya Dozgeriya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Neteweyî (Pnat) Olivier Christen, daxuyanî da RFI'yê û diyar kir ku têkildarî vê dozê, giştî 11 doz hatin vekirin.