Li Rojava 3 zarok ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan

Ji ber lehiya ku duh li Rojavayê Kurdistanê çêbû, li Qamişloyê zaroka yek salî ya bi navê Aya Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê Ebd Îbrahîm jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber lehiya ku duh çêbû li gundê Embara yê Qamişloyê, di demjimêrên sibehê de, banê mala Ebd Îbrahîm hat xwarê.

 

Di encamê de, zarokeke bi navê Aya Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê Ebid Îbrahîm jî birîndar bû.

 

Hat diyarkirin ku ji ber barana zêde, ji nişka ve banê xanî hilweşiya.

 

Her wiha Malbat ji bajarê Şedadê koçberî Qamişloyê bûye û li wir dijî, xaniyê wan tune ye û niha li mala xizmên xwe dimînin.

 

Duh li nêzî gundê Hîmo yê li Qamişloyê jî, ji ber barana zêde banê xaniyekî hilweşiya.

 

Di encamê de, zarokek jiyana xwe ji dest da.

 

Li gorî malpera Efrîn El An, zaroka bi navê Zeyneb Elî Sîdo ya 8 salî, duh li Navçeya Şera ji ber lehiyê xeniqî.

 

Li gorî agahiyan, Zeyneb Elî Sîdo dema nêzî geliyê Şera bû, di lehiyê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da.

 

Zarokekî din jî ku pê re bû rizgar bû û ew veguhastin nexweşxaneyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye