Îranê, careke din, tevlî agirbestê jî êrîş li ser Başûrê Kudistanê dane destpêkirin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di vê êvarê de, Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya dikeve sînorê Parêzgeha Hewlêrê bi mûşekan hate bombebarankirin.
Hate ragihandin ku di encama vê rîşê de, tenê ziyanên madî çêbûn.
Kampa Sûrdaşê careke din rastî êrîşên dewleta Îranê hat
Dîsa beriya çend saetan Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê jî, bi mûşekan hat bombebarankirin.
Li gorî agaihyan, êrîş di saet 16:00’an de pêk hatiye û ti ziyaneke canî çênebûne.
Çavkaniyekê ji malbatên Pêşmergeyên Komaleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ku berî niha li nava kampê dijiyan, ji Rojnewsê re gotin ku êrîş li ser tankerên avê yên kampê pêk hatiye.”
Kampa Sûrdaşê li ser sînorê Parêzgeha Silêmaniyê ye û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn.
Ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, di encama êrîşîn Îranê de, li ser Başûrê Kurdistanê 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.