Li Lîbiyayê pevçûneke çakdarî derket û ziyan gihîşt sivîlan

Li bajarê Ecîlatê yê Lîbyayê di navbera endamên girêdayî Cîgirê Serokê Yekîneya Gefên Dijî Ewlehiyê, Mihemed Behrûn, ku bi navê Far tê nasîn, û çekdarên "Şelfuh" ên ji bajarê Ecîlatê de, pevçûn qewimîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Lîbyayê, di sibeha roja duşemê de, di navbera komên çekdar de li bajarê Ecîlatê, li rojavayê paytext Trablûsê, şerên tund rûdan.

Medyaya herêmî ragihand ku di navbera çekdarên Mihemed Behrûn, bi nasnavê "Far" ê ji bajarê Zawiyeye û çekdarên "Şelfuh" ên ji bajarê Ecîlatê de, pevçûn derketine.

Hat ragihandin ku di vê pevçûnê de, çekên giran û topên hawanê, hatine bikaranîn, di encamê de birîndarên sivîl çêbûne û ziyan gihîştiye hejmarek ji xanîyên welatiyan.

Di vîdyoyekê de ku ji aliyê xelkê wê derverê ve hatibû belavkirin, dengê çekan di navbera her du koman de bi zelalî tê bihîstin.

Ji ber vê yekê jî, dezgehên perwerdehiyê yên li bajarê Ecîlatê ji bo ewlehiya xwendekaran, wanedayîn bi demkî rawestandin.

Derbarê van pevçûnan de hîn ti daxuyaniyên fermî ji aliyê rayedaran ve nehatine dayîn.

Bajarê Ecîlat yek ji bajarên berava rojava ye ku di salên dawî de ji bilî bazirganiya neqanûnî ya sotemeniyê, di qaçaxçîtiya koçberên neqanûnî ber bi beravên Ewropayê de çalakiyek girîng dîtiye.

vê yekê hiştiye ku komên çekdar li wir belav bibin, û bi berdewamî di navbera wan de şer û pevçûn rûbidin.

Hêzên ser bi Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ve, beriya niha jî, bi îdiaya ku wan torên qaçaxçîtiyê, sûcên rêxistinkirî û bazirganên narkotîkê hedef girtine, operasyonên ewlehiyê li nava bajêr pêk anîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye